Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Di dîroka gelan de çawa ku ji bo netewe û civakan pênasekirina wateya hebûnê çêbûye, ji bo gelê Kurd jî roja rojbûna Rêber APO bi vê wateyê hatiye nirxandin û her sal tê pîrozkirin. Gerîlayên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kelecaneke mezin roja rojbûna Rêber Apo pêşwazî kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşîna xwe diyar kirin.



