Zimanê kurdî hîn bibin
Bernameya nû ya hînkirina zimanê kurdî ji bo kurdên li derveyî welêt hat destpêkirin. Bernamê bi navê 'Kurdî Hîn Bibe' dersên online pêşkêş dike.
Di bernamê de dersên kurmancî û soranî hene. Ders ji asta destpêk heta asta pêşketî ne. Her ders bi vîdyo, deng û pratîkên nivîskî pêk tê.
Ev bernamê bi taybetî ji bo zarokên kurd ên ku li Ewropayê mezin bûne û zimanê xwe yê zikmakî baş nizanin hatiye çêkirin.
Ziman bingeha nasnameyê ye. Eger em zimanê xwe winda bikin, em parçeyek ji xwe winda dikin.
